Zêde ji 8 hezar kesên din li Îran bi Koronayê ketin û 221 kesên din jî ji ber vê vîrusê can dan
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro şemê ragihand ku di 24 saetên dawiyê zêde ji 8 hezar kesên din bi vîrusa Koronayê ketin û 221 kesan jî ji ber vê vîrusê can dan.
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 8 hezar û 403 kesên din pozetîv derketiye ku ji wan yek hezar û 201 kes di nexweşxanan de hatin razandinê û yên din piştî tedawî û dermankirinê çûn malên xwe. Bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye milyonek û 100 hezar û 818 kesan.
Dr. Larî herwiha got: Heyf û mixabin di mideha 24 saetên dawiyê de 221 nexweşên Koronayê can dane û hejmara kesên ku heya niha ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane gihêştiye 51 hezar û 949 kesan.
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê herwiha got ku heya niha 800 hezar û 853 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.
Hejmara kesên ku heya niha li cîhanê bi vîrusa Koronayê ji 71 milyon kesan derbas bûye ku ji wan zêde ji milyonek û 603 hezar kesan can dane û nêzîkî 50 milyon kes jî baş bûne.
Li Amerîka zêde ji 16 milyon kes bi vîrûsa Krona ketine ku herî kêm 302 hezar kesan jî can dane û ji vê babetê de Amerîka hîn di rêza yekem li cîhanê ye.