Wezareta Karên Derve ya Îranê: Amerîka, welatên din ji bo qurbanîkirina doza Filistînê têxe tamakariyê
Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê di peyamek twitterê de tekez kir ku Amerîka rê û rêbazên curbicur bikar tîne da ku welatên din ji bo qurbanîkirina doza Filistînê û xistina destê xwe nav destê dêzên erdan (dagirkeran) têxe tamakariyê.
Li gorî IRNAyê, Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê şeva Înê di peyamekê bi zimanê îngilîzî li twitterê de nivîsî: Amerîka hewl dide ku welatên din bi xistina nav tamakariyê derbarê vê yekê ku bi derxistina wan ji nav lîsteyên reş ên ku Amerîkayê bi xwe çêkirî, an bi dayîna balafirên cengê yên F-35 an jî bi naskirina dagirkeriyê, doza Filistînê bikin qurban û destê dizên erdan(dagirkeran) bidin hev.
Di dewama vê tweetê hatiye ragihandin "Ev zordarî û bertîlsayîn e ne aştî û dîplomasî û eva pir dom nake," .
Hikûmeta Amerîkayê di 10ê Çiriya Paşiyê de ji Kongresê re ragihand ku wan firotina berfireh ya berhemên Atomîkên Giştî(Atomix),berhemên kompaniyên Lockheed Martin û Raytheon ji bo Îmaratê erê kir. Di danûstandinê de zêdeyî 50 balafirên şer ên F-35, zêdeyî 14,000 bombe û cebilxane hene.