Kanûn 12, 2020 07:27 Asia/Tehran
  • Wezareta derve ya Tirkiyê sefîrê Îranê bi vê wezaret vexwend

Wezareta Karên derve ya Tirkiyê sefîrê Îranê li Enqerê di çarçova berteka Îranê li hemberî mudaxileya serokomarê Tirkiyê li karên Îranê de ban kir wezareta derve ya Tirkiyê.

Li gorî IRNA, ji zarê ajansa nûçeyan a Anatolyayê, wezareta karên derve ya Tirkiyê şeva Înê di daxûyaniyekê de îdia kir: Wezareta Derve ya Îranê, digel vebijark û alternatîvên curbicur ji bo derbirîna nerazîbûna xwe, Tirkiye bi riya Twitterê kiriye armanc.

Gotinên bêserûber û yên ku bêhna mudaxileyê ji wan tê yên Erdogan rastî berteka berfireh a hemî Îraniyan hat û îranî bi yekdengî ew bi tundî şermezar kir.

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê di bersiva gotinên serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ên roja Pêncşemê li Bakûyê di twîteke xwe de nivîsî: "Tu kes nikare qala Azerbaycana me ya hêja bike."

Muhemed Cewad Zarif tekez kir: Ji Erdogan re nehat gotin ku helbesta ku wî li Bakûyê bi xeletî xwendiye têkildarî veqetîna bi zorê ya herêmên bakurê Arasê ji welatê wan a sereke anku Îranê ye!

Zerîf dûv re got: "Ma wî fam nedikir ku ew li dijî serweriya Komara Azerbaycanê diaxive?" Kes nikare qala Azerbaycana me ya delal bike.

Seîd Xetîbzade, berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê jî di vê çarçovê de got: Roja înê, balyozê Tirkiyê li Tehranê ji alîyê arîkarê wezîrê derve û rêvebirê giştî yê Ewrasyayê ve hate gazî kirin bo wezareta karên derve û balyozê tirk derbarê nerizamendiya tundî a  Îranê derbarê mudaxileya hanê hate serwextkirin û Komara Îslamî ya Îranê xwest ku bila hikûmeta Tirkiyê di vî warî de bilez îfade û şiroveya pêwîst pêşkêş bike.

Erdogan roja Pêncşemê ji bo beşdarî di merasîma leşkerî ya hêzên Komara Azerbaycanê de bi minasebeta rizgarkirina erdên bin kontrola Ermenistan çûbû Bakûyê û di vê merasîmê de ku Serokomarê Azerbaycanê Ilham Aliyev jî beşdar bû, wî hinek helbest xwendin, bêyî ku bizane armanca wan helbestan veqetîna bi zorê ya herêmên bakurê Arasê ji welatê wan a sereke anku Îranê ye.

Serepeyv