Kanûn 11, 2020 18:12 Asia/Tehran
  • Balyozê Tirkiyê li Têhranê bo Wezarerta karên derve ya Îranê hat xwestin

Berdevkê Weareta karên derve ya Îranê qala hazirkirina Balyozê Tirkiyê li Têhranê wek berteka li hemberî gotinên mudaxileker û nayên pejirandin ên Serokomarê Tirkiyê li Bakûyê kir.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Seîd Xetîbzade, Berdevkê Weareta karên derve ya Îranê got: Îro îniyê Balyozê Tirkiyê li Têhranê ji aliyê Destyarê Wezîr û Rêveberê giştî yê Ewrasya bo Wezareta karên derve ya Îranê hat hazirkirin û tevî ragihandina nerazîtiya tund, ji balyoz ra hat destnîşankirin ku Komara Îslamî ya Îranê daxwaza şiroveya bilez a dewleta Tirkiyê di vî warî da dike.

Xetîbzade her wiha got: Di vê hazirkirinê da ji Balyozê Tirkiyê li Têhranê ra hat ragihandin ku serdema îdiayên erdî û empratoriyên şerxwaz û berfirehxwaz bi salan e ku bidawî hatiye.

Berdevkê Weareta karên derve ya Îranê got: Ji Balyozê Tirkiyê li Têhranê ra hat destnîşankirin ku Komara Îslamî ya Îranê îznê nade tu kesî ku destwerdana derbarê yekparçetiya axa xwe bike û hem awisa ku dîroka wê ya zêrrîn dibêje, derbarê ewlehiya xwe ya neteweyî heta piçiyekê jî paşve nakişe.

Receb Teyib Erdoxan, Serokomarê Tirkiyê roja Pêncşemiyê jibo beşdariya di merasima meşa leşkerî ya hêzên Komara Azerbaycanê bi boneya azadkirina navçeyên dagirkirî ji aliyê Ermenistanê va, çûbû Bakûyê.

Erdoxan di vê merasimê da ku Ilham Eliyêvê serokê Komara Azerbaycanê jî hebû, malikeke helbesteke cudatîxwaziyê derbarê Çemê Arazê li ser sînorê Îranê û Komara Azerbaycanê xwend.

 

Serepeyv