Zêde ji 10 hezar kesên din li Îran bi Koronayê ketin û 284 kesên din jî ji ber vê vîrusê can dan
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro pêncşemê ragihand ku di 24 saetên dawiyê zêde ji 10 hezar kesên din bi vîrusa Koronayê ketin û 284 kesan jî ji ber vê vîrusê can dan.
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 10 hezar û 403 kesên din pozetîv derketiye ku ji wan yek hezar û 403 kes di nexweşxanan de hatin razandinê û yên din piştî tedawî û dermankirinê çûn malên xwe. Bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye milyonek û 83 hezar û 23 kesan.
Dr. Larî herwiha got: Heyf û mixabin di mideha 24 saetên dawiyê de 284 nexweşên Koronayê can dane û hejmara kesên ku heya niha ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane gihêştiye 51 hezar û 496 kesan.
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê herwiha got ku heya niha 778 hezar û 160 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.
Hejmara kesên ku heya niha li cîhanê bi vîrusa Koronayê ketine nêzîkî 70 milyon kesan bûye ku ji wan zêde ji milyonek û 577 hezar kesan can dane û zêde ji 48 milyon kes jî baş bûne.