Wezîrê karên derve yê Komara Azerbaycanê bi Serokê Komara Îslamî ya Îranê ra civiya
Kanûn 09, 2020 15:09 Asia/Tehran
Wezîrê karên derve yê Komara Azerbaycanê bi Serokê Komara Îslamî ya Îranê ra civiya.
Wezîrê karên derve yê Komara Azerbaycanê îro Çarşemiyê bi mebesta hevdîtin û gotûbêja bi rayedarên bilind ên Komara Îslamî ya Îranê haityeTêhranê.
Xurtkirina herî pirtir a pêwendiyên navbera Îranê û Komara Azerbaycanê û vekolandina alûgorên herî girîng ên navçeyî û navneteweyî, nemaze rewşa piştî şerê Qerebaxê ji armanc û mihwerên herî girîng ên hatina Ceyhûn Bayramov Wezîrê karên derve yê Komara Azerbaycanê bo Têhranê hatine ragihandin.
Wezîrê karên derve yê Komara Azerbaycanê her wiha biryar e digel rayedarên payebilind ên Komara Îslamî ya Îranê derbarê mijarên eleqedar ên dualî bişêwire.