Kanûn 08, 2020 20:25 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Astengî û berbendên ku hikûmeta Amerîkayê çê kirine ti caran ji fikra gelên cîhanê nayê der

Serokê Komara Îslamî ya Îranê, bal kişand ser astengî û rêgiriya dewleta Emerîkayê di warê dabînkirina hewcedariyên bingehîn ên gelê Îranê de bi taybet vaksena Koronayê û got: "Ev kiryar û liv û tevgera neqanûnî û nemirovane ya hikûmeta Donald Trump dê wekî kiryareke qirêj û bi şermê di mejiyê gelên cîhanê de bimîne."

Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî roja Sêşemê di civata komîteyên pisporî yên Erkana Neteweyî ya Dijî-Koronayê de got ku hedefa vê erkanê ji bo du karên pêşîn û sereke hatiya berçav girtinê.

Serokomarê Îranê diyar kir: Karê sereke yê yekem cihanîna talîmat û lêmiqatbûnên rêvebir di pişkinîn û jihevdûrbûna aqilmendane wekî riya her çêtir e.

Rûhanî, kar duyem yê pêşîn ji bo Erkana Neteweyî Pêşîlêgirtina Koronayê dabînkirina  waksenê da zanîn û got: "Amadekarî pêdivî û despêkê ji bo çêkirina vê vaksenê li gorî şiyana zanyarên îranî û navendên pispor ên navxweyî hatine kirin û kirîna wê ji derveyî welat jî di nav xebata vê navendê cih girtiye." .

Serokê Komara Îslamî ya Îranê amaje bi şerê abûrî yê Amerîkayê dijî Têhranê kir û desnîşan kir: `` Tevî hemî astengiyên dewleta Amerîkayê li ser riya dabînkirina hewcedariyên bingehîn ên gelê Îranê, gişt dezgeh û beşên curbicur ên dewleta Îranê  dê ji bo dabînkirina vakseneke ewledar û bi garantî bixebitin.

Serepeyv