Raporên piştrastnekirî derbarê şehîdbûna fermandarekî Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî li Sûriyê
Hin çavkaniyên nûçeyan îro, Duşemê îdia kirin ku fermandarekî Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê di êrişa hewayî yai balafireke bêpîlot de li Sûriyê şehîd bû.
Kanala Al-Arabiya ya Erebistana Siûdî îdia kir ku serfermandarekî Pasdarên Înqilaba Îslamî, digel çend kesên din li Sûriyê, bûne hedefa balafirên bêpîlot ên Amerîkayê.
Al-Arabiya ragihand ku navê vî serfermandarî "Muslim Şehdan" e û ew û sê hevalên xwe ve ku ji deriyê sînor yê di navbera Sûriye û Iraqê derbasî Sûriyê bûn di êrîşê de şehîd ketin.
Kanala Libnanî ya Al-Mayadeen, ev nûçe red kir.
Heya niha, ti çavkanî û rayedarekî fermî li Komara Îslamî ya Îranê ev nûçe piştrast nekiriye.
Hêzên Sipahê Paşdarên Înqilaba Îslamî li ser daxwaza fermî ya Iraq û Sûriyê bona şêwirmendiya li şerê dijî komên tekfîrî-terorîst ên li van welatan de alîkariyê dide wan.