Mijdar 29, 2020 13:13 Asia/Tehran
  • Du pêvekên plana Kiryara stratejîk jibo betalkirina boykotan li Meclîsa Îranê hatin pesendkirin

Nûnerên Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê du pêvekên (foriyet) plana kiryara stratejîk jibo betalkirina boykotan pesend kirin.

Nûnerên Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê îro Yekşemiyê piştî pesendkirina du pêvekên (foriyet) plana kiryara stratejîk jibo betalkirina boykotan, dirûşmeya Mirin jibo Amerîka û Mirin jibo Israîlê bilind kirin.

Plan û Pêşnumayên dupêvekî (Duforiyetî) ew in ku piştî pesendkirina du pêvekan, derdem tên çapkirin û belavkirin û piştî 24 saetan ji dema belavkirinê, di qada gelemperî ya Meclîsê da tên raberkirin.

Pêşnuma û plan di demekê da didibn dupêvekî ku pesendkirina wan ji hêla îmkana qewimîna ziyanê û jidestçûna derfetê û babetên weke wan, pêwîstî bi lezeke zêdetir hene.

Plana Kiryara Stratejîk jibo betalkirina boykotan pêkhatî ji 9 xalan e ku pêwîstiya dewleta Komara Îslamî ya Îranê jibo zengînkirina sedî 20, zêdekirina zimhêrên Uraniyûma zengînkirî ya asta nizim a Komara Îslamî û behrewergirtina Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê ji nifşa nû ya Santrîfiyojên IR2M û IR6 digire ber xwe.

 

Serepeyv