Mijdar 29, 2020 00:49 Asia/Tehran
  • Zêde ji 13 hezar kesên din li Îran bi Koromayê ketin û 391 kesên din jî ji ber vê vîrusê can dan 

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro şemê ragihand ku di 24 saetên dawiyê zêde ji 13 hezar kesî bi Koronayê ketine û 391 kesan jî ji ber vê vîrusê can dan.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 13 hezar û 402 kesên din pozetîv derketiye ku ji wan hezar û 824 kes di nexweşxanan de hatin razandinê û yên din piştî tedawî û dermankirinê çûn malên xwe. Bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye 935 hezar û 799 kesan.

Dr. Larî herwiha got: Heyf û mixabin di mideha 24 saetên dawiyê de 391 nexweşên Koronayê can dane û hejmara kesên ku heya niha ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane gihêştiye 47 hezar û 486 kesan.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê herwiha got ku heya niha 648 hezar 831 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.

Hejmara kesên ku heya niha li cîhanê bi vîrusa Koronayê ketine derdora 62 milyon kesan in ku ji wan zêde ji milyonek û 451 hezar kesan can dane û zêde ji 42 milyon kes jî baş bûne.

Hejmara pêketiyên Koronayê li Amerîkayê ji 13 milyon û 454 hezar kesî derbas bûye û herî kêm ji ber vê vîrûsê 271 hezar kes bûne gorî .

Serepeyv