Zerîf bang li civaka navneteweyî kir ku terora dewletî şermezar bike
Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê bang li civaka navneteweyî dike ku terorîzma dewletî şermezar bike û li ser alozî û şer û şerûtîxwaiyên li herêma Asyaya Rojava hevgirtinek çêbike.
Li gorî dayira ragihandin û karûbarên berdevkiyê ya Wezareta Karên Derve, Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf roja şemiyê li ser hesabê xwe yê Twitterê bi zimanê çînî wiha nivîsî: "Terorîstan zanyarekî din ê navdar ê Îranê teror kirin; ev cînayetên tirsoneke binpêkirinek eşkere ya zagonên navneteweyî, prensîpên exlaqî û mirovatî ye û eva peywira civaka navneteweyî ye ku li hember kiryarên weha bisekine."
Zerîf herwiha got: "Ji bo domandina aştî û aramî li navçê û cîhanê, Îran li pêşengê şerê dijî terorîzmê ye."
Wezîrê derve yê Îranê duhî li ser twitterê ragihand ku terorkirina zanyarê sereke yê navokî û berevaniya Îranê nîşana şerxwaziya ji ser bêîçaretiyê ya sebebkarên wê ye û bang li civaka navneteweyî, nemaze Yekîtiya Ewropî kir ku dawî li durûtiyên xwe yên bi şermezarî bîne û vê kiryara terorîsma dewletî şermezar bike.
Sebebkarên terorîstî Muhsin Fexrîzadeh, serokê Rêxistina Lêkolîn û Nûjeniyê ya Wezareta Parastina Îranê, roja înê, 27ê Mijdarê, di operasyoneke terorîstî û întiharî de şehîd kirin.