Rûhanî: Terorkirina zanyarên nukleerî ji ber têkçûnên li pey hev ên dijminan e
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Bê guman, terorkirin bi tirsonekî û bi rizaletî ya zanyarên navokî ji ber bêçaretiya dijminên sondxwarî yên netewê Îranê ye.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî îro şemiyê peyamek sersaxiyê ji ber şehîdbûna Dr. "Muhsin Fexrîzadeh", zanyarê navokî yê Îranê şand û tê de diyar kir: "Carek din, destên qirêj ên Rejîma Siyonîstî bi nûnertiya ji aliyê îstikbara cîhanî bi xwîna zarekî din ê hêja û bi şeref ê netewê Îranê hatin werdan û netewê Îranê xist nav xemgîniya windakirina zanyarekî pirxebat û hêja .
Rûhanî tekez kir: "Bê guman, ev bûyera terorîstî û qirêj bi sedema lawazî û nekarîna dijminên sondxwarî yên netewê Îranê li hember tevgera zanistî û serbilindî û şiyanên netewê mezin ê Îranê û bi sebeba têkçûnên wan ên li pey hev li navçê û meydanên din ên siyasî yên cîhanê pêk hatiye û Ev " kîn û nefret û cinayetkariya wan, her wek kirinên wan ên din ên nemirovane, dê hertim di fikr û hişên cîhanê de bimîne.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Divê dijminên netewê Îranê bizanin ku şehîdkirin ne tenê nikare îradeya ciwan û zanyarên Îrana Îslamî li meşandina riya geşepêdana zanistî û hilkişyana ser qûçê bilind ê rûmet û serbilindiyê lawaz bike, belkî biryardariya wan ji bo domandina riya vî şehîdê hêja dê qahêm jî bike û xwîna şehîdên me dê hertim coş û meşyan û tevgerê bixuliqîne.
Muhsin Fexrîzadeh, serokê Rêxistina Lêkolîn û Nûjeniyê ya Wezareta Berevanî û Piştgiriya Hêzên Çekdar ên Îranê, berêvara roja Înê di encama êrişek terorîstî li derdora Tehranê de şehîd bû.