Mijdar 28, 2020 08:19 Asia/Tehran
  • Li pey şehîdbûna serokê Rêxistina Lêkolîn û Nûjeniyê ya Wezareta Parastina Îranê, Reîsî peyameke sersaxiyê da

Serokê saziya dadweriya Îranê teror û şehîdkirina serokê Rêxistina Lêkolîn û Nûjeniyê ya Wezareta Parastina Komara Îslamî ya Îranê bi destê terorîstan şermezar kir û ji ber vê bûyera diltezîn sersaxî ji gelê Îranê re xwest.

Muhsin Fexrîzadeh, serokê Rêxistina Lêkolîn û Nûjeniyê ya Wezareta Berevanî û Piştgiriya Hêzên Çekdar ên Îranê, berêvara roja Înê di encama êrişek terorîstî li derdora Tehranê de şehîd bû.

Li gorî IRNA; Di peyama "Seyîd Îbrahîm Reîsî" serokê saziya dadweriya Îranê de hatiye ku careke din destê cinayetkarê mirovên xwefiroş ên girêdayî li biyanî û Siyonîzma navneteweyî ve bi mebesta reş û kirêt a rawestana li ber pêşketinên zanistî yên welêt, yek ji kesayetiyên navdar û rêvebir û zanyarên Îrana Îslamî dike armanca êrişên terorîstî û wî mirovê hêja şehîd dikin.

Ra'îsî dîyar kir: "Ji ber ku rûdana van bûyerên bêbext û wendakirina Mucahidên qada zanist û pratîkê jibo Îrana Îslamî bûyer û windahiyeke xembar û trajîk û bêcebirandin e, û wekilandin û dubarekirina bûyerên wiha mezin û tal qet nayên qebûlkirin û tamulkirin, " dezgehên îstîxbaratî û ewlehiyê û rayedarên dadweriyê yên pêwendîdar wezîfedar in ku di zûtirîn dem de hemî kirêgirtî û kesên ku beşdarî vî cinayetê bûne yên wekî rêsazker, sêwiraner û serperistyarên vê cinayetê werin girtin û darizandin da ku bigihêjin sizayên xwe û ji kirêgirtî û xwefiroşan re bibin îbret û ders.

Serepeyv