Terora zanyarê îranî, aşkiratirbûna kîn û qirêjiya Rêjîma Siyonîst û istikbara cîhanî
Serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê terorkirina Serokê Rêxistina Lêkolîn û Dahêneriyê ya Wezareta Berevaniya Îranê sebeba aşkiratirbûna rûyê qirêj û tijî kîn û kirêtî ya Rêjîma Siyonîst û istikbara cîhanî da zanîn.
Çeteyên terorîst berêvara roja Îniyê erebeya hilgirê Muhsin Fexrîzade Serokê Rêxistina Lêkolîn û Dahêneriyê ya Wezareta Berevaniya Îranê dan ber êrîşê û ew şehîd kirin.
Serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê bi peyamekê ragihand: Dijminên kordil ku ji rûbirûbûna digel sebr û berxwedana û pêşketina zarên gelê Îranê di hemî warên teknolojîk, atomî û leşkerî bêhêvî bûne, berê xwe dane van cûre kiryarên necamêrane û derveyî çarçovên mirovî û pîvanên navneteweyî.
Qalîbaf tevî pêgiriya li ser vê yekê ku gelê Îranê dê bersiva xwe ya qahêm û rûxîner di dema guncan da bide, got: Yek bi yekê gelê qehreman ê Îranêdi heyama salên bihurî da selimandine ku ev cûre tevgerên necamêrane û kiryarên terorîstî dê tu kêşeyekê jibo vîna wan a qahêm û berxwedana wan çêneke û weke hertim dê serfiraz û mêrxas dest ji armanc û ramanên dijî istikbarê û dijayetiya digel rejîma mirovkuj a siyonîst nekişîne.
Serdar sertîp Husên Eşterî, Fermandarê Hêza Intizamî ya Îranê jî bi peyamekê destnîşan kir: Şehîdbûna zanyarên îranî dê bibe sebeba hişyariya gelên bindest ên cîhanê.