Mijdar 27, 2020 19:45 Asia/Tehran
  • Peyama Zerîf li pey şehîdbûna Serokê Rêxistina Lêkolîn û Dahêneriyê ya Wezareta Berevaniya Îranê

Wezîrê karên derve yê Îranê, têrorkirina Serokê Rêxistina Lêkolîn û Dahêneriyê ya Wezareta Berevaniya Îranê ji aliyê têrorîstan va şermezar kir û ji ber vê bûyerê sersaxî da gelê Îranê.

Serokê Rêxistina Lêkolîn û Dahêneriyê ya Wezareta Berevaniya Îranê di êrîşeke têrorîstî da li derdora Têhranê şehîd bû.

Li gorî rapora Navenda Dîplomasiya giştî û medyayî ya Wezareta karên derve, Muhemed Cewad Zerîf, bi daxuyaniyekê kiryara têrorîstî û kordilane ya têrorkirina Muhsin Fexrîzade ji aliyê têrorîstan va şermezar kir.

Zerîf her wiha şehadeta vî zanyarê mezin û rêveberê serketî li Hezretê ayetullah Xamineyî Fermandarê mezin ê gişt hêzan, gelê Îranê, hevkarên vî şehîdî li Wezareta Berevaniyê û malbata wî ya hêja pîroz kir û sersaxî da.

 

Serepeyv