Rûhanî: Îran dikare hewcedariyên herêmê û cîhanê erzantir dabîn bike
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Îran dikare hewcedariyên deverê û heta cîhanê di warê enerjiyê de di hin rewşan de erzantir û hêsantir dabîn bike.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî, îro Pêncşemiyê di merasima sûdwergirtina ji projeyên neteweyî yên Wezareta Petrolê ku bi vîdyo konferansê hate li dar xistin, got: Aboriya Îranê nîşan da ku ew aboriyek mezin û îstem e û ti welatek li herêmê xwedî hêzek wisa nîne ku di sê salên şerê domdar (ê aborî) de li ber xwe bide û bi ser bikeve.
Rûhanî diyar kir ku neteweya Îranê her gav bi çanda xwe karekî mezin kiriye û wiha got: "Îran di warê cografî û jeopolîtîk de jî welatek girîng e ku di cîhanê de ti hêz nikare Îranê ji holê derxe, ne ji bo herêmê û ne jî ji bo cîhanê."
Sê projeyên neteweyî yên Wezareta Neftê roja Pêncşemê bi biryara Serokê Komara Îslamî ya Îranê li parêzgehên Bûşehr, Çahrmehal û Bextyarî û Xûzistanê "ketin dewra behrewergirtinê".