Ji duh heta Îro 25ê Mijdarê; 469 tûşbûyiyên Vîrûsa Koronayê li Îranê canê xwe ji dest dan
Mijdar 25, 2020 15:34 Asia/Tehran
Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 894 hezar û 385 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 625 hezar û 606 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.
"Sîma Sadat Larî", Berdevka Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi naskirina 13843 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:
"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, 894 hezar û 385 kes li Îranê bi Koronayê ketine."
Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 469 kesan di 24 saetên bihurî da û got:
"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 46 hezar û 207 kesî kesî."
Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 60 miliyon kesî.