Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî: Kes nikare biyaniyan bawer kin
Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî ya Îranê tekez kir: Bawerî bi biyaniyan nayê û kes nikare bi vê hêviyê bibe ku ew karekî ji me re bikin.
Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî, Hz. Ayetullah Xaminêyî, îro Sêşemiyê di civînek digel serokên sê teşkîlat û hêzên birêvebirina karên welêt û endamên din ên Civata Bilind a Hevrêziya Aborî, ambargo û boykot wekî rastîyek tal û cinayeteke Amerîka û şirîkên wê yên Ewropî li dijî neteweya Îranê da zanîn û got: Ev cinayeta bi salan e li dijî neteweya Îranê tê bikar anîn, lê ew di van sê salên dawiyê de girantir bûye.
Ayetullah Xaminêyî, amaje bi riya derbaskirina dorpêçan û bê bandorkirina wan kir û got: "Dibe ku di destpêkê de ev rê dijwarî û pirsgirêkên xwe yên zav hebe, lê bi hewildan û destpêşxerî(însiyatîv) û rawestana li ber dijwarîyan, mirov dikare ji boykot û ambargoyan derbas bibe û alîyê din jî bi çavên xwe bê bandoriya boykotan dibîne û hêdî hêdî dev ji boykotan berdide.
Rêberê Înqilabê tekez kir ku divê mirov bizane ku ji derve kes ti karek ji me re nake û rê ji me re serast nake û di dewamê de got: "Yên ku hinek bi wan hêvîdar in, rewşa wan a navxweyî hîç diyar nîne û kes nikare li ser gotinên wan hesaban veke û li gor wan gotinan ji xwe re bername û planan organîze bike."
Hz. Ayetullah Xaminêyî amaje bi gotinên pûç ên vê dawiyê yên her sê welatên Ewropî kir û got: "Gava ku ew bi xwe destêwerdana herî zêde û nedirust di karûbarên welatên herêmî de dikin, ew ji Îranê re dibêjin ku destwerdanê li herêmê neke û di rewşa ku Brîtanya û Fransa xwediyê mûşekên navokî yên wêranker in û Almanya jî ketiye vê rêkê, ji Komara Îslamî ya Îranê re dibêjin ku nebe xwediyê mûşekan.