Xetîbzade: Kî li Qesra Spî dibem ti çareyek wî tine ji bilî rêzgirtina li mafên Netewê Îranê
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê tekez kir: "Her kes li Qesra Spî bibe, bila bibe lê ti çareyek jê re tine ji bilî rêzgirtina mafên gelê Îrananê."
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade roja Yekşemê di civînek rojnamevanî de got: Kî li Qesra Spî bibe bila bibe, lê jê ra ti riyek tine ji bilî vê yekê ku ji mafê mirovan ê netewê Îranê re rêz bigire.
Xetîbzade destnîşan kir ku Îran derbarê ewlehiya xwe ya neteweyî bi ti kesî re danûstandinê nake û tawîz nade û tekez kir: "Berjewendiyên neteweyî û ewlehiya neteweyî ji bo Îranê pir girîng in û her devera ku êrîş lê bê kirin, ew ê li her derê û her demê bi biryardarî bersivê bide."
Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê bal kişande ser vê yekê ku siyaseta zexta herî zêde bûye sedema têkçûna herî zêde ya Amerîkayê û got: `` Rejîma niha ya Amerîkayê nikare van siyasetên xwe yên têkçûyî bidomîne``.
Xatibzade tekez li ser berxwedana sedî sed li hemî bereyên dijî Îsraîl kir û got: "Hebûna Îranê li Sûrîyê şêwirmendî ye û heke kesek vê hebûna têk bide, ew ê bersivek tund bistîne."
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê bi şermezarkirina seredana Wezîrê Derve yê Amerîkayê bo Deverên Dagîrkirî û tekezî li ser pabendbûna bi doza Filistînê kir û xiyaneta hinhakimên ereb li doza Filistînê û bêşermiya rejîma heyî li Qesra Spî du aliyên sikeyê da zanîn û got: Ewên ku ev rewş ji Amerîkayê re çêkirine divê ku bersivê bide.
Xatibzade bi şermezarkirina êrişên terorîstan li Afganistanê tekez kir: "Tenê riya damezrandina aşitiyek mayînde û pêşkeftin û geşepêdana Afganistanê diyaloga navbera aliyên Afganî ye."