Rûhanî: Alîkariya debara jiyanê dê raberî derdora 30 miliyon kesî were kirin
Serokê Komara Îslamî ya Îranê qala Pesendnameya Erkantiya Neteweyî ya Têkoşîna dijî Koronayê jibo dayîna alîkairya debara jiyanê ya bêberdêl bo derdora 30 miliyon kes heta dawiya îsal (1399 Koça Rojî) kir.
Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê di civîna Erkantiya Neteweyî ya Têkoşîna dijî Koronayê da tevî amajeya bi destpêbûna plana giştalî ya têkoşîna dijî Koronayê ku ji îro Şemiyê va destpê bû, got: Ji ber ku xelk du hefteyan li malê dimîne û kar û pîşeyê wan tê betalkirin, dewletê bi qasî şiyana xwe û jibo alîkariya bo gel pesend kir ku heta 4 mehên tê , her mehê alîkariya debara jiyanê bo zêde ji 10 miliyon Malan (Xanewar) were dayînê.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê di vî halî da li ser beşdariya gişt saziyan jibo cihanîna plana sînordriyên nû yên têkoşîna dijî Pandemiya Koronayê pêgirî kir û got: Gişt sazî çi yên dewletî û çi yên ne-dewletî divê di cihanîna vê planê da hevkariyê bikin.
Plana sînordariyên Koronayî jibo pêşîlêgirtina li belavbûna zêdetir a Vîrûsa Koronayê îro Şemiyê li seranserî Îranê destpê bû û dê heta du hefteyan were domandin.