Ruhanî: Dewleta niha ya Amerîkayê dewleteke cinayetkar û terorîst e
Serokê Komara Îslamî ya Îranê, amaje bi hin kiryarên wêranker û terorîzma aborî ya Waşîngtonê li dijî Tehranê di van salên dawî de kir û got: "Dewleta niha ya Amerîkayê dewleteke cinayetkar û terorîst e."
Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Hesen Rûhanî roja çarşemiyê di civîneke din a wezîran de ragihand: "Ji dema ku rêvebiriya nuha ya Emerîkayê bi Îranê re ket şerê aborî, Tehran ket bin dorpêça aborî û rûbirûyê terora aborî ya Waşington bû."
Rûhanî got ku Îran di van salên dawîn de bi hukûmetek zordar re rûbirû ye û dewleta Amerîkayê karîbû zextê li gelên Îranê di warê aboriyê de bike, lê negihîşt armanca xwe ya sereke ya têkdana ewlehiya navxweyî ya Îran.
Serokomarê Îranê destnîşan kir: Rewşa aborî û civakî ya vî welatî ber bi başiyê ve diçin û dê hikûmet hewil bide ku van mercan bidomîne da ku pirsgirêkên gel kêm bike.
Rûhanî behsa betlane û qedexeyên giran li bajarên xwediyê rewşa sor a li welêt kir, Ruhanî ragihand ku di çar mehên bê de dê pakêta meîşetê pêşkêşî sêyekek civakê bike.
Serokkomarê Îranê tekez kir li ser pêwîstiya wezîfenasiyê ya giştî di proseya tekoşîna li hemberî nexweşiya Koronayê de û got: "Ji roja şemiya bê, projeke giştalî ya bikaranîna berbendî û astengiyên cidî li hemberê Koronayê li bajarên xwediyê rewşa sor ji bilî rewşa nepêwîst û awarte tê bikar anîn û heya astekê girêdana gişt cihên girseyî li van bajaran hatiye berçav girtin û rewşa hanê li bajarên nerencî bi awayekî nîvekî tê bikar anîn.