Zerîf: Amerîka êdî nikare li cîhanê bibe hejmon
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: Ji bo ku Joe Biden li Amerîka û asta navneteweyî serbikeve divê ku ew rastiyê qebûl bike ku êdî A,erîka nikare bibe hejmon.
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf li gotûbêja bi rojnama IRAN re ku îro hate weşandin derbarê hilbijartina Amerîkayê got: Siyaseta derve ya hikûmeta Amerîkayê ya Donald Trump ji siyasetê herî bê encam a dîroka Amerîkayê bû û ev welat wekî welatekî zorbêj li cîhanê da nasandin.
Zerîf bal kişande ser vê yekê ku binketina Trump di nav Amerîkayê li gor siyaset derve nebû û got: Heyf û mixabin siyaseta derve ya pir bi xeter a Trump li cîhanê roleke bingehîn li ser binketina wî ya di nav Amerîkayê de tinebû û eva meseleke girîng e ku pêwîste di nav civaka Amerîkayê de jî were berçavgirtin û ji bo gişt cîhanê jî divê wek lêketina zengila metirsî û xeterê bibe û divê gişt haya wan hebe ku civaka Amerîkayê berbi tundrewî û fanatîzmê dimeşe.
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê got: Ewropî divê ji dewrana Trump ders hîn bibin, rast e ku siyaseta derve pir ji hilbijêrên amerîkî re girîng nebû, lê divê ew nehêlin ku berjiwendî û xêr û kara wan Waşîngton diyar bike.
Zerîf desnîşan kir siyaseta Trump ya derketina ji Peymana Navokî û zext û zora herî zêde ser Îranê negihêşte encamê û got:Eva ku li asta navneteweyî Joe Biden çiqas dikare serkeve an jî bin keve maye ser vê yekê ku ew çiqas dikare xwe û welatê xwe bi veguhestin deshilatê ji Rojavayê bo rojhilatê hevheng û amade bike , an jî ew jî dixebite wekî serokê berî xwe bê feyde bixebite ku rê li ber vê veguhestinê bigire.
Wezîrê derve yê Îranê got: Amerîka di rewşekê de nîne ku ji bo vegerîna nav Peymana Navokî şert û mercê dayne û got: Amerîka wezîfedar ewek endameke Rêxistina Neteweyan û wek endameke hertimî ya Konseya vê rêxistinê biryarnama 2231 cih bîne û ger Waşîngton vê biryarnamê cih bîne û boykotan rake, Îran jî wê gişt pêspartiyên xwe yên li gor Peymana Navokî cih bîne.