Fermandarên Hêza asimanî yên artêşên Îran û Iraqê civiyan
Fermandarê Hêza asimanî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê û Fermandarê hêza asimanî ya Iraqê bi armanca hilkolandina zemîneyên hevkariya dualî civiyan.
Li gorî rapora IRNAyê, di hevdîtina emîr sertîp Ezîz Nesîrzzade, Fermandarê Hêza asimanî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê û serleşker Şehab Cahid Elî, Fermandarê Hêza asimanî ya Iraqê da ku roja Sêşemiyê li Têhranê hat lidarxistin, du aliyan tevî amajeya bi hebûna zemîneyên hevkariya operasiyonî, teknîkî, tamîrkirin û xwedankirina pergalên firrînê yên bi-lêniştî û bê-lêniştî û fêrkirina kedkarên însanî, li ser danûsatndina hevpar pêgirî kirin.
Hevkariya operasiyonî di warê têkoşîna dijî têrorîstên tekfîrî û hêzên din ên gefxwar li dijî ewlehiya Îran û Iraqê, ji mihwerên din ên hilêxistî di hevdîtina sertîp Nesîrzade û serleşker Şehab Cahid Elî bû.
Serleşker Şehab Cahid Elî fermandarê hêza asimanî ya Iraqê hevrê digel Wezîrê berevaniyê yê vî welatî hatiye Têhranê.