Mijdar 15, 2020 15:02 Asia/Tehran
  • Ji duh heta Îro 15ê Mijdarê; 458 tûşbûyiyên Vîrûsa Koronayê li Îranê canê xwe ji dest dan

Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 762 hezar û 68 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 558 hezar û 818 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.

"Sîma Sadat Larî", Berdevka Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi naskirina 12543 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:

"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, 762 hezar û 68 kes li Îranê bi Koronayê ketine."

Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 458 kesan di 24 saetên bihurî da û got:

"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 41 hezar û 493 kesî kesî."

Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 54 miliyon kesî.

 

Serepeyv