Mijdar 15, 2020 00:00 Asia/Tehran
  • Operasiyona topxana Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslam ya Îranê çeper û pêgehên komên li dijî Înqilabê li bakurê rojavayê Îranê

Pêwendiya Gelêrî ya Biryargeha Hemze Seyd el-Şuheda ya hêza bejahî ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê diyar kir ku hêzên sipahê bi topxanê çeper û pêgehên komên li dijî Înqilabê li bakurê rojavayê Îranê kirin hedef.

Biryargeha Hemze Seyd el-Şuheda ya hêza bejahî ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî ya Îranê bi daxuyaniyekê diyar kir ku hêzên hêza bejahî ya Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî îro çeper û pêgehên komên li dijî Înqilabê li aliyê din ê sînorê bakurê rojavayê Îranê bi topxanê kirin hedef û xisarên giran ên canî û malî li komên dijî Înqilabê xistin.

Di dewama vê daxuyaniyê de hatiye ewlehiya neteweyî û parastina asayêş imnatiya neteweyî û gelê Îranê cixîza sor a hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê bi taybet sipahê ye û di vê barê de qet sistiyê nakin û bi ti kesî ra danûstandinê nakin.

Hin endamên çekdar ên dijî Înqilaba Îslamî roja înê li parêzgeha Azerbaycana rojavayê êrişî ser hêzên sînorvan ên îranî kirin û sê kes ji wan şehîd kirin.

Sînorvanên îranî pêşî li derbasbûna wan nav axa Îranê girtin û çendîn kes ji wan kuştin û birîndar kirin.  

Serepeyv