Ji duh heta Îro 13ê Mijdarê; 461 tûşbûyiyên Vîrûsa Koronayê li Îranê canê xwe ji dest dan
Mijdar 13, 2020 15:15 Asia/Tehran
Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 738 hezar û 322 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 546 hezar û 642 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.
"Sîma Sadat Larî", Berdevka Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi naskirina 11737 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:
"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, 738 hezar û 322 kes li Îranê bi Koronayê ketine."
Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 461 kesan di 24 saetên bihurî da û got:
"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 40 hezar û 582 kesî kesî."
Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 53 miliyon kesî.