Zêde ji 11 hezar kesên din li Îran bi Koromayê ketin û 457 kesên din jî ji ber vê vîrusê can dan
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro pêncşemê ragihand ku di 24 saetên dawiyê de zêde ji 11 hezar kesî bi Koronayê ketine û hejmara candayiyên ji ber vê vîrûsê jî gihêştiya asta jorîn a 457 kesan.
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 11 hezar û 517 kesên din pozetîv derketiye ku ji wan 3 hezar û 149 kes di nexweşxanan de hatin razandinê û yên din piştî tedawî û dermankirinê çûn malên xwe. Bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye 726 hezar û 585 kesan.
Dr. Larî herwiha got: Heyf û mixabin di mideha 24 saetên dawiyê de 457 nexweşên Koronayê can dane û hejmara kesên ku heya niha ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane gihêştiye 40 hezar û 121 kesan.
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê herwiha got ku heya niha 541 hezar 566 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.
Hejmara kesên ku heya niha li cîhanê bi vîrusa Koronayê ketine nêzîkî 53 milyon kesan bûye ku ji wan zêde ji milyonek û 290 hezar kesan can dane û zêde ji 36 milyon û 745 hezar kes jî baş bûne.
Li Amerîkayê wek yekemîn welatê cîhanê ji babeta pêketiyên Koronayê derdora 11 milyon kes bi Koronayê ketine ku herî kêm 247 hezar kesan ji ber vê vîrusê can dane