Zengene: "Boykotên Trump kîn û nefreta li dijî Îranê ne"
Wezîrê Petrolê yê Îranê bal kişand ser boykotên Emerîkayê li dijî rêveberên pêşeya Petrola Îranê li rojên dawiya mayîna Trump li Koşka Sipî û got: "Boykotên Emerîkayê tolhildan û kîn û nefreta li dijî Îranê ne."
Li gorî rapora IRNA`yê, Bîjen Namdar Zengene wezîrê Petrolê yê Îranê roja duşemiyê li merasima destpêkirina 181 projeyên gîhandina gazê li parêzgeha Farsê li başûrê Îranê û bal kişand ser boykotên vê dawiyê yên Koşka sipî li dijî Îranê û got: "Em goriyê terorîzmê ne."
Zengenê got: Îranî ji boykotan natirsin ji ber ku boykot ne tenê li hember karê wan berbendan dernaxe belkî viyana îraniyan hîn xurttir dike.
Dewleta Trump bi derbasbûna du salan ser derketina ji hevhatina navokî û bikaranîna siyaseta boykota lij dijî Îranê tim vê siyaseta işkestxwarî bikar tîne.