Malpera Rêberê Înqilaba Îslamî ya Îranê di Twitterê de derbarê binketina Trump û serketina Biden bertek nîşan da
Hesabê Twitterî yê malpera ragihandina yê nivîsgeha rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî derbarê binketina Trump û serketina Biden li hilbijartinên serokomariya Amerîkayê bertek nîşan da.
Rûpela Îngilîzî ya hesabê twitterî malpera ragihandinê ya nivîsgeha Parstin û weşandina Berhemên Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî nivîsî: Rewş li Amerîkayê û ewa ku ew bi xwe derbarê hilbijartina xwe dibêjin , şanoyeke eşkera ye.
Di dewamê de nivîsiye: Eva mînakek jji rûyê kirêt ê Lîbral Demokrasiyê li Amerîkayê ye. Encam çi dibe bila bibe, lê tiştek ta eşkera û rohn eû ew jî hilweşiyana bi yeqîn a siyasî, medenî û exlaqî ya Rejîma Amerîkayê ye.
Medyaya Amerîkayê yên wekî CNN, Fox Newsê, CBS, Associated Press û New York Timesê şeva borî ragihandin ku Joe Bidenê Demokrat bi 290 dengên Electoral serket û ew wek serokomarê Amerîka yê nû ragihand.