Serokê Meclîsa Îranê li pey koça dawî ya Mamosta ' Ebdulqadir Beyzavî ' peyama sersaxiyê da
Serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê bi dayîna peyamekê ji ber koça dawî ya Mamosta Ebdulqadir Beyzzavî, Pêşnimêjê sune û kurd ê Ûrmiyê sersaxî da.
Li gorî rapora roja Şemiyê ya IRNAyê, Muhemed Baqir Qalîbaf, Serokê Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê di vê peyamê da tevî diyarkirina mixabinî û xema xwe ji koça dawî ya Mamostea Ebdulqadir Beyzavî, pêşnimêjê sune yê Ûrmiyê, nivîsî: Ew ji alimên nasyar ên suneyên navçeyê û mamosteyê hêja di mearifên cûrbecûr û nasyar ên hozewî bû ku di seranserî jiyana xwe
da bi awayekî ciddî jibo belavkirin û danasîna zanistên quranî û ferîzzeyên dînî û yekîtiya navbera misilmanan xebitî.
Qalîbaf tevî sersaxîdayîna li rûhaniyet, welatiyên şerîf ên sune yên Ûrmiyê, şagirt û malbata Mamosta Ebdulqadir Beyzavî, jibo vî alimî rehmet û jibo malbata wî ji Xwedayê mezin daxwaza sebrê kir.
Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê jî roja Pêncşemiyê bi peyamekê ji ber koça dawî ya Mamosta Ebdulqadir Beyzavî pêşnimêjê sune yê Ûrmiyê sersaxî da.
Mamosta Ebdulqadir Beyzavî Pêncşemiya bihurî piştî çend rojan tehemilkirina nexweşiya Koronayê, di temenê 87 saletiyê da emrê Xwedê kir.