Mijdar 06, 2020 17:54 Asia/Tehran
  • Rapora Zerîf derbarê hevdîtinên xwe û rayedarên Venezuelayê

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî yê Îranê Muhemed Cewad Zerîf li Twitterê de derbarê hevdîtinên xwe bi rayedarên Venezuelayê re raporek weşandiye.

Zerîf sibeya îro înê bi weşandina wêneyên hevdîtinên xwe li Venezuelayê bal kişandiye ser hevdîtinên xwe bi serokomarê vî welatî Nîkolas Maduro, alîkarê serokomar Delcy Rodríguez, wezîrê derve Jorge Arreaza Jorge Arreaza (Xorxê Arîza) û rayedarên din ên Venezuelayê re û diyar kiriye ku di van hevdîtinan de ser alîkarî û pêwendiyên du welatan gotûbêjên berfire hatin kirin.

Xerîf herwiha nivîsiye: Min li Fondasiyona Samuel Rabînson derbarê taktîkên çikirina tirs û xofê ji aliyê Amerîka û welatên rojavayê di çarçova hewldana ji bo rawestandina riya dîrkê ber bi aliyê cîhana piştî rojavayî , axivt.  

Wezîrê derve yê Îranê li sefera xwe ya yekem bo Amerîkaya Latîn roja çarşemê serdana Venezuelayê kir û piştî wê îro çû Kûbayê û piştî Kûbayê ewê here Bolîvyayê.

Serepeyv