Zêde ji 8 hezar û 860 kesên din li Îran bi Koromayê ketin û 424 kesên din jî ji ber vê vîrusê can dan
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro înê ragihand ku di 24 saetên dawiyê de zêde ji 8 hezar û 860 kesî bi Koronayê ketine û hejmara candayiyên ji ber vê vîrûsê jî gihêştiya asta jorîn a 424 kesan.
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 8 hezar û 864 kesên din pozetîv derketiye ku ji wan 3 hezar û 234 kes di nexweşxanê de hatin razandinê û yên din piştî tedawî û dermankirinê çûn malên xwe. Bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye 663 hezar û 800 kesan.
Dr. Larî herwiha got: Heyf û mixabin di mideha 24 saetên dawiyê de 424 nexweşên Koronayê can dane û hejmara kesên ku heya niha ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane gihêştiye 37 hezar û 409 kesan.
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê herwiha got ku heya niha 509 hezar 952 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.
Hejmara kesên ku heya niha li cîhanê bi vîrusa Koronayê ketine ji 49 milyon kesan derbas bûye ku ji wan zêde ji milyonek û 240 hezar kesan can dane û derdora 35 milyon kes jî baş bûne.
Li Amerîkayê wek yekemîn welatê cîhanê ji babeta pêketiyên Koronayê nêzîkî 10 milyon kes bi Koronayê ketine ku herê kêm 241 hezar kesan ji ber vê vîrusê can dane .