Zêde ji 8 hezar û 450 kesên din li Îran bi Koromayê ketin û 419 kesên din jî ji ber vê vîrusê can dan
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro Çarşemê ragihand ku di 24 saetên dawiyê de zêde ji 8 hezar û 450 kesî bi Koronayê ketine û hejmara candayiyên ji ber vê vîrûsê jî gihêştiya asta jorîn a 419 kesan.
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 8 hezar û 452 kesên din pozetîv derketiye ku ji wan du hezar û 852 kes di nexweşxanê de hatin razandinê û yên din piştî tedawî û dermankirinê çûn malên xwe. Bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye 646 hezar û 164 kesan.
Dr. Larî herwiha got: Heyf û mixabin di mideha 24 saetên dawiyê de 419 nexweşên Koronayê can dane û hejmara kesên ku heya niha ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane gihêştiye 36 hezar û 579 kesan.
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê herwiha got ku heya niha 500 hezar 400 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.
Hejmara kesên ku heya niha li cîhanê bi vîrusa Koronayê ketine êzîkî 48 milyon kesan bûye ku ji wan zêde ji milyonek û 221 hezar kesan can dane û zêde ji 34 milyon û 403 kes jî baş bûne.
Li Amerîkayê wek yekemîn welatê cîhanê ji babeta pêketiyên Koronayê nêzîkî 9 milyon kes bi Koronayê ketine ku herê kêm 238 hezar kesan ji ber vê vîrusê can dane .