Xetîbzade: Îran derbarê damezrandina terorîstan nêzîkî sînorên xwe bi ti kesî re henekên xwe tineye
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê cardin bal kişand ser hişyariya Îranê derbarê damezrandina terorîstan nêzîkî sînorên Îranê yên bakur û got: Komara Îslamî ya Îranê di vê barê de ti sistiyekê nake û bi ti kesî re ser vê yekê henekên xwe tineye.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê, Seîd Xetîbzade îro li civîna xwe ya heftane bi nûçegihanan re ku bi awayê mecazî li dar ket, anî ziman ku bi fukarbûna Îranê derbarê damezirîna terorîstan nêzîkî sînorên bakur welatê her diçe zêde dibe û got: Ev mesela me ne bi tenê ji Bakû û Yêrîwanê re diyar kiriye belkî me peytextên din ên têkilkdarî vê meselê jî ser vê yekê agahdar kirine.
Xetîbzade derbarê plana Îranê ya ji bo çareseriya rageşî û arîşeya Qerebaxê û bersivê Komara Azerbaycan û Ermenistanê ji bo vê planê, hêvîdariya xwe diyar kir ku di hefteyên pêşber de gavek ji bo aştî û çareseriya vê arîşe û rageşiyê were rakirin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê herwiha ragihand ku wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewas Zerîf ji sibê ve wê sefera Amerîkaya Latîn bike û di mersima Sûndxwarina Serokomarê nû yê Bolîvyayê de beşdar bibe. Zerîf piştî vê yekê wê serdana Kûba û Venezuelayê jî bike.
Xetîbzade sefera Zerîf a welatê Bolvyayê nîşana amadetiya du welatan ji bo berfire û zêdekirina pêwendiyên xwe het asteke bilind da zanîn.
Xetîbzade derbarê vê pirsê ku Amerîka îdia dike Îran, Rûsya û Çîn bi awayê Siberî dest dibe nav hilbijartinên serokkomariya Amerîkayê, got: Dîrok nîşan dide ku kîjan welat bi darbeya leşkerî û wêdabirina serokên welatan û danîna kesên ku bi xwe dixwaze dewsa wan û bi şandina sîxorên xwe nav welatên cîhanê di karûbarên welatên din de mudaxile dike.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê got: Tehran hez nake li hilbijartina serokomariya Amerîkayê mudaxile bike û eva gelê Amerîkayê ye ku divê kê ji bo serokatiya welatê xwe hilbijêre.
Xetîbzade derbarê deynê Îranê ser Brîtanyayê û xwe dûrkirina Londonê ji dayîna vê deynê got: Deynê Îranê ser Brîtanyayê qet nayê înkarkirin û wslê vê deynê û behreya wê jî eşkera ye û London ti mihaneyek ji bo dayîna vê deynê tineye.