Seyid Ehmed Xatemî wek endamê Konseya Parêzvan a Qanûna Bingehîn a Îranê hat tayînkirin
Mijdar 01, 2020 18:49 Asia/Tehran
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, bi hukmekî hucet ul-îslam wel-muslimîn Seyid Ehmed Xatemî wek endamê Konseya Parêzvan a Qanûna Bingehîn a Îranê tayîn kir.
Din hukmê Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî xitabî hucet ul-îslam wel-muslimîn Seyid Ehmed Xatemî da hatiye: "Li gorî vê yekê ku cenabê ayetullah birêz Hac şêx Muhemed Yezdî dame beqau piştî çend sala hebûna binirx di berpirsiyariyên cûrbecûr ên Komara Îslamî û endamtiya li Konseya Parêzvan a Qanûna Bingehîn a Îranê ji ber kêşeyên bedenî û kaltiyê ji wê konseya rêzdar wêda çûye, tevî sipasiya ji wî, ez cenabalî wek endamê Konseya Parêzvan tayîn dikim û serketinên zêdetir ên wê konseyê û şexsê cenatê te ji Xwedê daxwaz dikim."