Cotmeh 31, 2020 18:21 Asia/Tehran
  • Zêde ji 7 hezar û 800 kesên din li Îran bi Koromayê ketin û 386 kesên din jî ji ber vê vîrusê can dan

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro şemê ragihand ku di 24 saetên dawiyê de zêde ji 7 hezar û 800 kesî bi Koronayê ketine û hejmara candayiyên ji ber vê vîrûsê jî gihêştiya asta jorîn a 386 kesan.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 7 hezar û 820 kesên din pozetîv derketiye ku ji wan du hezar û 417 kes di nexweşxanê de hatin razandinê û yên din piştî tedawî û dermankirinê çûn malên xwe. Bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye 612 hezar û 772 kesan.

Dr. Larî herwiha got: Heyf û mixabin di mideha 24 saetên dawiyê de 386 nexweşên Koronayê can dane û hejmara kesên ku heya niha ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane gihêştiye 34 hezar û 864 kesan.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê herwiha got ku heya niha 481 hezar 930 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.

Hejmara kesên ku heya niha li cîhanê bi vîrusa Koronayê ketine ji 46 milyon kesan derbas bûye ku ji wan zêde ji milyonek û 195  hezar kesan can dane û zêde ji 33 milyon kes jî baş bûne.

Li Amerîkayê wek yekemîn welatê cîhanê ji babeta pêketiyên Koronayê zêde ji 9 milyon kes bi Koronayê ketine ku herê kêm 235 hezar kesan ji ber vê vîrusê can dane .

Serepeyv