Cotmeh 29, 2020 15:16 Asia/Tehran
  • Zêde ji 8 hezar kesên din li Îran bi Koromayê ketin û 399 kesên din jî ji ber vê vîrusê can dan

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro pêncşemê ragihand ku di 24 saetên dawiyê de zêde ji 8 hezar kesî bi Koronayê ketine û hejmara candayiyên ji ber vê vîrûsê jî gihêştiya asta jorîn a 399 kesan.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 8 hezar û 293 kesên din pozetîv derketiye ku ji wan du hezar û 924 kes di nexweşxanê de hatin razandinê û yên din piştî tedawî û dermankirinê çûn malên xwe. Bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye 596 hezar û 941 kesan.

Dr. Larî herwiha got: Heyf û mixabin di mideha 24 saetên dawiyê de 399 nexweşên Koronayê can dane û hejmara kesên ku heya niha ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane gihêştiye 34 hezar û 113 kesan.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê herwiha got ku heya niha 472 hezar 598 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.

Hejmara kesên ku heya niha li cîhanê bi vîrusa Koronayê ketine ji 44 milyon kesan derbas bûye ku ji wan zêde ji milyonek û 180  hezar kesan can dane û zêde ji 32 milyon kes jî baş bûne.

Serepeyv