Serleşker Baqirî: Heke amerîkî şerekî destpê bikin, bidawîanîna şêrr bi wan nîne
Serokê Erkantiya giştî ya Hêzên çekdar ên Îranê bi gotina vêya ku heke amerîkî şerekî destpê bikin, bidawîanîna şêrr bi wan nîne, destnîşan kir: Ji ber vê yekê şerê leşkerî yê Amerîkayê bûye şerê bi cîgirtî, da ku tu red û şopekê ji xwe bi cih nehêle.
Serdar Serleşker Muhemed Baqirî, Serokê Erkantiya giştî ya Hêzên çekdar ên Îranê roja Duşemiyê di rêûrismekê li Têhranê, tevî amajeya bi vêya ku hêzên çekdar ên Îranê ji hêla hêza berevanî û pêşîlêgirtinê û amadetiya leşkerî û yekparçetiyê di rewşa herî baş da ne, got: Bi caran hatiye selimandin ku dijmin heke aliyê hemberî xwe lawaz bibîne, bêguman dê destdirêjiyê bike.
Serleşker Baqirî bi gotina vêya ku Înqilaba Îslamî ya Îranê li navçeyeke pirr hestyar li cîhanê bi ser ket, got: Hêzxurta ku bikare li vê navçeya hestyar serdest bibe, dê bikeve serê pîramîda cîhanî ya desthilatê.
Serokê Erkantiya giştî ya Hêzên çekdar ên Îranê her wiha tevî amajeya bi derketina Amerîkayê ji Peymana Atomî û sepandinba boykotên zalimane dijî gelê Îranê got: Gişt cîhan dibêje ku Îran li ser sozên xwe maye, lê tevî vê yekê, amerîkî ji Peymana Atomî derketin û rêya zext û boykotan dijî miletê Îranê girtin ber xwe.
Serleşker Baqirî bi gotina vêya ku armanca dijmin li dijî Îranê tam xuya ye, got: Dijmina dixwaze miletê Îranê stratejî û siyasetên sepandî yên Amerîkayê bipejirîne.
Serokê Erkantiya giştî ya Hêzên çekdar ên Îranê tevî amajeya bi vêya ku Îranê rêbaza Berxwedana çalak girtiye ber xwe, got: Roja îro Xavfiroşî li welêt kêm bûye û dewletê kariye gefa dijmin bike derfetek jibo palpiştiya bi xwe.