Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî li ser dayîna biryarên vebir û hevkariya giştî jibo têkoşîna dijî Koronayê pêgirî kir
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî li ser pêwîstiya dayîna biryarên vebirr û hakimiyetî, qanikirina raya giştî û hevkariya hemî saziyan û yek bi yekê gel jibo têkoşîna dijî rewşa diltezîn a vîrûsa cîhanî ya Koronayê pêgirî kir.
Hezretê ayetullah Xamineyî, Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî roja Şemiyê di hevdîtina huzûrî bi serokomar û endamên Erkantiya Neteweyî ya Têkoşîna dijî Koronayê, tevî sipasiya ji xebata vê erkantiyê, bi amajeya bi şêwaza rêveberiya têkoşîna dijî vê vîrûsê li welatên din, got: Li hin welatan weke Amerîkayê xerabtirîn rêveberî hatiye meşandin, lê divê em hewil bidin ji vê bûyerê ku têkildarî can û tendurustiya gel û ewlehî û aboriya wan e, bi baştirîn rêveberiyê derbas bibin.
Hezretê ayetullah Xamineyî got: Karine mezin li welêt tên kirin û bi alîkariya Xwedê tu bûyerekê nekariye Komara Îslamî rawestîne, lê divê ev berbend ku dibin sebeba hêdîbûna hereketê, herî zûtir bên rakirin.
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî pêwîstiya sepandina rêveberiya durust û guncaw "Dayîna biryarên vebirr ên hakimiyetî", "Qanikirina raya giştî" û "Hevkariya hemî saziyan û hevkariya gel" da zanîn û got: Helbet ev hevkarî tenê taybetî têkoşîna dijî Koronayê nîne, belkî divê di hemî mijaran bi taybet mijarên siyasî hebe, ji ber ku welatê ku xwedan miletekî bihêz, pergala nûdiyarbûyî û gotina nû ye, bi awayî tûşî meseleyên girîng di warê cîhanî û navxweyî da dibe.
Hezretê ayetullah Xamineyî her wiha tevî pêgiriya li ser pêwîstiya yekîtî û hevgirtina navxweyî li welêt, bal kişande ser kiryara vê dawiyê ya hin kesan di rûbirûbûna bi dewletê û serokomêr û got: Rexnekirin ciyawaz digel bêhurmetî û bêrêziyê ye; Ev cûre reftar û bêrêzî şêwaza amerîkiyan e ku di minazire û xxebatên çapemeniyê, xwe li cîhanê ris wakirine, heta wê astê ku kesayetiyekî nasyar ê siyasî yê wan dibêje, cîhan bi tirs û heqaretê li me dinêre.