Xetîbzade: Îran, Rûsyayê ji xwe re wek şirîkekek sereke di warê berevanî û leşkerî dizane
Berdevkê wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê, Rûsyayêwek şirîkekek sereke di warê berevanî û leşkerî ji Îranê re da zanîn û got: Bi rabûna boykotên çek û sîlahan yên Amerîkayê li dijî Îranê, Tehran û Moskow dikarin di vî warî de hevkariyên zêde û berfire bikin.
Berdevkê wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê, Seîd Xetîbzade di hevpeyvîna bi ajansa nûçan a Sputnîka Rûsyayê re got: Muzakireyên Tehran û Moskowê di çarçova Komîsiyona hevpar a hevkariyên berevaniyê bi pêş ve diçin û her kirîneke çek û sîlahan ji welatên dost û heval maye ser hewcetiyên sereke yên Îranê û Tehran dikare her çek û sîlah û şeramîrekê bê sînor û bêyî berbendên qanûnî bikire.
Xetîbzade desnîşan kir ku amerîkî hînî baykotkirinê bûne û eva ji wan re bûye edet loma piştî işkesta di warê boykotkirina çek û sîlahan de ewê boykotên din li dijî Îranê bikar bîne û di dewamê de got: Her kiryareke Amerîkan di warê boykotkirina Îranê û zêdekirina zextan ser welatê me yek alî û li dijî qanûnên navneteweyî ye û ewê negihêjin encamê.
Berdevkê wezareta Karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê, di vê hevpeyvînê de hilbijartinên serokomariyê li Amerîkayê mijarekî hundirîn ê vî welatî da zanîn û got:Îranê bi caran ragihandiye ku jê re girîng nîne ku kî li Amerîkayê dibe serokomar û hilbijartina vî welatî tişteke navxwe ye.
Xetîbzade herwiha derbarê provaksiyonên Erebistanê li navçê û zêdekirina rageşiyan ji aliyê wê li navçê jî got: Riyazê çavkanî û binekanên xwe danîne ber destê Waşîngtonê , lê ger Riyaz biryar bide ku ev rageşiyana kêm bibin û siyaseta xwe biguherînin , Îran bi hembêzeke vekirî ber bê diçe.