Cotmeh 21, 2020 18:33 Asia/Tehran
  • Zêde ji 5 hezar kesên din li Îran bi Koromayê ketin û 312 kesên din jî ji ber vê vîrusê can dan

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro çarşemê ragihand ku di 24 saetên dawiyê de zêde ji 5 hezar kesî bi Koronayê ketine û hejmara candayiyên ji ber vê vîrûsê jî gihêştiya asta jorîn a 312 kesan.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 5 hezar û 616 kesên din pozetîv derketiye ku ji wan du hezar û 340 kes di nexweşxanê de hatin razandinê û yên din piştî tedawî û dermankirinê çûn malên xwe. Bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye 545 hezar û 286 kesan.

Dr. Larî herwiha got: Heyf û mixabin di mideha 24 saetên dawiyê de 312 nexweşên Koronayê can dane û hejmara kesên ku heya niha ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane gihêştiye 31 hezar û 346 kesan.

Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê herwiha got ku heya niha 438 hezar 709 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.

Hejmara kesên ku heya niha li cîhanê bi vîrusa Koronayê ketine ji 41 milyon kesan derbas bûye ku ji wan zêde ji milyonek û 130 hezar kesan can dane û zêde ji 31 milyon kes jî baş bûne.

Li Amerîkayê jî zêde ji 8 milyon û 500 hezar kesî bi Koronayê ketine û zêde ji 226 hezar kesî jî ji ber vê vîrûsê can dane û ji babeta pêketiyên Koronayê û qurbaniyên vê vîrûsê Amerîka li cîhanê welatê yekem e.

Serepeyv