Serdar Hicazî: Navçeya jibo amerîkiyan ne-ewleh bûye
Dewsgirê Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî wek berteka li gotinên serokomarê Amerîkayê derbaêr vêya ku piştî şehîdkirina serdar Silêmanî, navçe jibo leşkerên amerîkî ewlehtir bûye,m got: "Heke navçe jibo we ewleh bûye, vêca çima hûn direvin?"
Serdar Sertîp Seyid Muhemed Hicazî, Dewsgirê Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî roja Îniyê di pêncemîn Civîna Navneteweyî ya Têkoşerên di Xurbetê da (Mucahidîn der Xurbet) li Têhranê destnîşan kir: Hêzên amerîkî li seranserî cîhanê di nava tirsê da ne.
Srdar Hicazî her wiha got: Amerîka dixwaze bilez ji Efganistanê bireve û ev şêwaza derketina ji navçeyê ji ber tirsê ye; Ji ber ku navçe jibo wan nearam bûye.
Dewsgirê Fermandarê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî bi gotina vêya ku Amerîkaya îro tenêtir ji her demekê ye, got: Tevgera Berxwedanê hatiye domandin û dêwere domandin û tecrubeyê selimandiye ku Bereya Berxwedanê hertim ser ketiye û tenê riswaî û paşdaçûn bûye para dijminan.
Serdar Hicazî her wiha tevî amajeya bi asayîkirina pêwendiyên hin rejîmên erebî tev Rêjîma Siyonîst, got: Miletên misilman ên navçeyê bi giranî dijî van kiryaran in.
Pêncemîn Civîna Navneteweyî ya Têkoşerên di Xurbetê da (Mucahidîn der Xurbet) bi mijara Filistîn û pergala pêîerojê ya cîhanê, roja Îniyê li Têhranê hat lidarxistin.
Di vê civînê da qedra hin nûner ji Nîcirya, Yemen, Filistîn, Libnan û Behreynê ku alaya têkoşîna dijî istikbara cîhanê rakirine ser milê xwe, hat girtin.