Îran-Zêde ji 4 hezar kesên din bi Koronayê ketin û 256 nexweşên Koronayî jî can dan
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro pêncşemê ragihand ku di 24 saetên dawiyê de zêde ji 4 hezar û 600 kesî bi Koronayê ketine û 256 nexweşên koronayî jî can dan.
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 4 hezar û 616 kesên din pozetîv derketiye ku ji wan 2 hezar û 31 kes di nexweşxanê de hatin razandinê û yên din piştî tedawî û dermankirinê çûn malên xwe. Bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye 517 hezar û 835 kesan.
Dr. Larî herwiha got: Heyf û mixabin di mideha 24 saetên dawiyê de 256 nexweşên Koronayê can dane û hejmara kesên ku heya niha ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane gihêştiye 29 hezar û 605 kesan.
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê herwiha got ku heya niha 418 hezar 54 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.
Hejmara kesên ku heya niha li cîhanê bi vîrusa Koronayê ketine ji 38 milyon kesan derbas bûye ku ji wan zêde ji milyonek kesan can dane û derdora 29 milyon kes jî baş bûne.