Heta îro 14ê Cotmehê; Zêde ji 415 hezar ji tûşbûyiyên Koronayê li Îranê baş bûne
Cotmeh 14, 2020 16:50 Asia/Tehran
Wezareta Tendurustiya Îranê tevî amajeya bi tûşbûna derdora 513 hezar û 219 kesî li Îranê bi Vîrûsa Koronayê ragihand ku heta niha 414 hezar û 831 kes ji tûşbûyiyan baş bûne.
"Sîma Sadat Larî", Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê roja Şemiyê tevî amajeya bi naskirina 4830 nexweşên nû di 24 saetên bihurî da, got:
"Heta niha li gorî pîvanên tekûz ên pêderxistinê, 513 hezar û 219 kes li Îranê bi Koronayê ketine."
Seroka Navenda Ragihandinê ya Wezareta Tendurustiya Îranê her wiha bal kişande ser candana 279 kesan di 24 saetên bihurî da û got:
"Hejmara goriyên Koronayê li Îranê gihîştiye 29 hezar û 349 kesî kesî."
Hejmara tûşbûyiyên bi Vîrûsa Koronayê li Cîhanê gihîştiye nêzikî 38 miliyon kesî.