Sertîp Hatemî: "Gelê Îranê dê ji rezîltiya dijminan ji bîr neke"
Wezîrê berevaniyê yê Îranê bal kişand ser hovîtî û rezîltiya dijminan a cihanîna terorîzma aborî bo lawzakirina Komara Îslamî û got: "Gelê Îranê dê van dijminatiyan ji bîr neke."
Emîr sertîp 'Emîr Hatemî!, Wezîrê berevaniyê yê Îranê berêvara yekşemiyê li merasima wajokirina hevhatina hevkariyê tev Wezareta rê û çêkirina bajaran a Îranê li Têhranê bal kişand ser giringiya riya cîhad û bêminetiyê û diyar kir: "Îro rojê gelê Îranê di rewşekê boykotan tamul dike ku piraniya gelan rehet derman, zanist û teknolojî hene û dijminan di rewşeke wiha de hemî hewlda xwe dan ku gelê Îranê ji mafên xwe yên herî seretayî û xwezayî bêpar bike."
Sertîp Hatemî her wiha got: "Hewldana dijminan bona teslîmkirina gelê Îranê bê guman dê neghêje tu derî ji ber ku îranî dizanin ku paşdevekişyana li hember mirovên wisa hovî û beres dê tiştek xêncî serşorî û binpêbûna mafên xwe tinebe."
Wezîrê berevaniyê yê Îranê her wiha bal kişand ser vê yekê ku Têhran dê boykotên vê dawiyê yên Emerîkayê li dijî bankên îranî cidî negre û destnîşan kir: "Armanca dijmina ji boykotkirina Îranê girtina pêşiya pêvajoya derfirotina welêt e."