Cotmeh 12, 2020 15:36 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Sînordariyên çekdariyê yên li ser Îranê dê ji 18ê Cotmehê va vên rakirin

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê behsa bidawîhatina pergala destûrxwestina derfirotin û kirrîna çekan a Îranê di berbanga 18ê Cotmehê da kir.

Seîd Xetîbzade, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê roja Duşemiyê di civîna nûçeyî da bi gotina vêya ku 18ê Cotmehê, roja têkçûna Amerîkayê ye, got: Roja 18ê Cotmehê him destûrxwestina derfirotin û kirrîna çekan dê were betalkirin û him jî sînordariya sefera 23 kesayetiyên hiqûqî dê were rakirin.

Xetîbzade got: Amerîka tevî hemî zorbêjî, fîlbazî û kiryarên derveqanûnî nekarî karekî bike û Îranê careke din nîşan da ku Amerîka ewqas jî ku radigihîne, bihêz nîne.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê destnîşan kir: Îran di çarçova dewleteke berpirsiyar, aştî û ewlehiya cîhanî misoger dike û tiştê ku hefteya din bi rakirina boykotên çekdariyê dê biqewime, derveyî vê xalê nîne.

Xetîbzane boykotên derve-welatî yên Amerîkayê mijareke cuda ji sînordariyên çekdariyê da zanîn û got: Ev kiryar şerekî dij-istixbaratî û propagandayî ye û wwer xuya dike ku tu encamek ji karên ku kirine wernegirtine û dîn bûne.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê her wiha tevî amajeya bi boykotkirina petrola Îranê ji aliyê Amerîkayê va got: Amerîkayê di xewê da jî nedidît ku hewildanên wê derbarê firotina petrola Îranê bê-encam be û Îranê bi gelek welatan xebata xwe pêş va bibe.

Xetîbzade derbarê şêwirîna telefonî ya wezîrên karên derve yên Îran  û Inglîsê û têkiliya wê bi deyna mayî ya Têhranê li ser Londonê û "Nazenîn Zaxerî" jî got: Inglîsê deyneke tekûz û teqil bo Îranê heye û her rojê qasa vê deynê ji ber derengiyê zêdetir dibe.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê bi gotina vêya ku Zaxerî biryara dadgehê li ser wê heye, got: Saziya dadweriya Îranê serbixwe ye û Nazenîn Zaxerî jî li gorî biryara dadgehê dewrana mehkûmbûna xwe derbas dike.

Nazenîn Zaxxerî ku bi navê Rêvebera Projeyê li Kompaniya Medyayên Komî ya "Tomsun Reuters" dixebitî. roja 4ê Nîsana 2016an bi tawana sîxoriyê li Îranê hat girtin û hikmê zîndanê lê hat birrîn.

 

Serepeyv