Cotmeh 12, 2020 14:55 Asia/Tehran
  • Fermandeyê mezin ê gişt hêzên Îranê: Çeteyên devçepel li Amerîkayê ji şiyanên Îranê ditirsin

Fermandeyê mezin ê gişt hêzên Îranê sedema helahelaya çeteyên devçepel li Amerîkayê derbarê şiyanên berevanî, mûşekî û navçeyî yên Îranê hesabên deqîq û beraqil ên Komara Îslamî jibo bidestxistina van şiyanan da zanîn.

Hezretê ayetullah Xamineyî, Fermandeyê mezin ê gişt hêzên Îranê roja Duşemiyê di têkiliya vîdyoyî digel Rêûrisma hevpar a bidawîhatina perwerdehiyê ya zanîngehên efseriyê yên hêzên çekdar li Znîngeha Efserî ya Îmam Elî (S) got: Gotinên beredayî û pûç ên amerîkiyan nîşana tirsê û paşvemayîna wan di vî warî da ye, lê divê em bêyî berçavgirtina van helahelayan, pergala hesabkirina beraqil biparêzin û Komara Îslamî ya Îranê di tevahiya van waran da dê dîsa jî pêşda here.

Hezretê ayetullah Xamineyî tevî amajeya bi kêfxweşiya serokomarê Amerîkayê ji nakokiya pêkhatî ji abora welêt û cinayeta dijî gelê Îranê, got: Şanaziya bi cinayeteke wiha tenê ji mirovine rezîl û nizimpaye yên wekî we pêk tê.

Fermandeyê mezin ê gişt hêzên Îranê got: Helbet rewşa îro ya Azmerîkayê bi hezaran miliyar dolarî kêmbûna bûceyê û bi dehan miliyon kesên birçî û mirovên bin xêza belengaziyê gelekî xerab e û gelê Îranê bi hêza baweriyê û vîna neteweyî û bi koriya çavên berpirsên rezîl, xayîn û cinayetkar ên Amerîkayê dê pirsgirêkan çareser bike û dê boykotan jî wek amûrek jibo qahêmkirina rasteqîn a abora welêt bi kar bîne.

Hezretê ayetullah Xamineyî tevî pêgiriya dubare li ser vê mijarê ku îlaca pirsgirêkên welêt li hundir e, got: Pirsgirêkên aborî û jiyana gel, bi şertê "Hewildana şev û rojî ya berpirsan" û "Rêveberiya bihêz, giştalî û bê-westiyan" û "Hûrbûna li ser berhemanîna navxweîy û hêvînekirina ji derve" dikarin bên çareserkirin û helahelaya çete û rezîlên serdest li ser miletê Amerîkayê jî nabe ku mejiyê kesekî bi xwe va mijûl bike.

Fermandeyê mezin ê gişt hêzên Îranê her wiha tevî amajeya bi guhertina gefan, sekinîna li hemberî wan jî hewcedara bernameyên nû da zanîn û destnîşan kir: Hêzên çekdar ên Îranê divê pêşbîniya gefên nû û naskirina riyên sekinîna li hemberî wan bi awayekî ciddî berçav bigirin.

 

Serepeyv