Îran-Zêde ji 3 hezar kesên din bi Koronayê ketin û 251 nexweşên Koronayî jî can dan
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê îro yekşemê ragihand ku di 24 saetên dawiyê de zêde ji 3 hezar û 800 kesî bi Koronayê ketine û 251 nexweşên koronayî jî can dan.
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê Dr. Sîma Sadat Larî îro derbarê amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê ragihand: Di 24 saetên borî de testa koronayê ya 3 hezar û 822 kesên din pozetîv derketiye ku ji wan derdora hezar û 724 kes di nexweşxanê de hatin razandinê û yên din piştî tedawî û dermankirinê çûn malên xwe. Bi van pêketiyan ve jimara kesên ku heya niha bi vîrusa koronayê ketine gihêştiye 500 hezar û 75 kesan.
Dr. Larî herwiha got: Heyf û mixabin di mideha 24 saetên dawiyê de 251 nexweşên Koronayê can dane û hejmara kesên ku heya niha ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane gihêştiye 28 hezar û 544 kesan.
Berdevka Wezareta Tendirustî û Pizişkî ya Îranê herwiha got ku heya niha 406 hezar 389 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegerîne ser malên xwe.
Hejmara kesên ku heya niha li cîhanê bi vîrusa Koronayê ketine ji 37 milyon kesan derbas bûye ku ji wan zêde ji milyonek kesan can dane û derdora 28 milyon kes jî baş bûne.
Li Amerîkayê ku ji babeta pêketiyên Koronayê û miriyên ji ber wê welatê yekem li cîhanê ye heya niha derdora 8 milyon kes bi Koronayê ketine û zêde ji 219 hezar kesan jî ji ber vê vîrusê can dane.