Cotmeh 09, 2020 13:36 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Amerîka cardin nagihêje hedefên xwe û têk biçe

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê li Twittekê de bertek nîşanî boykotkirina 18 navendên fînansî û bankeyên Îranê ji aliyê Amerîkayê da û desnîşan kir ku ew ê cardin negihêjin encamê û têk biçin.

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade şeva borî li Twîtekê de nivîsî: BB yên Yekemîn( ewên ku berjiwendiyên Netanyahu pêşvetir ji berjiwendiyên amerîkiyan dizanin) ku ji ber şikestên bi hiqaret û bê feyde yên "zext û zora herî zêde" Trump ji bo meşandina siyaseta nemirovane li dijî gelê Îranê xapandin.

Xetîbzade herwiha nivîsiyê vê komê li maweyê 4 salên borî bi xemsarî li ser berjiwendî û hitbara Ameîka qomar kirin. Bi yeqîn ewê dîsa têk biçin.

Wezîrê karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf jî duh di Twittekê de boykot û ambargoyên nû yên Amerîkayê li dijî navendên fînansî û bankeyên Îranê  şermezar kir û ew hewldaneke din ji bo hilweşandana kanalên mayî ji bo dayîna bihaya xwarek û dewa û dermanên xelkê Îranê li dewrana pandamya Koronayê da zanîn.

Di çarçova zexta herî zêde û cenga aborî ya ser Îranê Wezareta Darayî û Xizîndariya Amerîkayê duh ragihand ku wan der barê 18 navendên fînansî û bankeyên Îranê de biryara ambargo û boykotkirinê daye.

Serepeyv