Cotmeh 06, 2020 16:20 Asia/Tehran
  • Danîna maskeyê li paytexta Îranê neçarî bû

Alîkarê giştî yê Wezareta Tendurustiyê ya Îranê qala neçarîbûna danîna maskeyê li Têhranê kir

Îrec Herîrçî, Alîkarê giştî yê Wezareta Tendurustiyê ya Îranê roja Sêşemiyê tevî amajeya bi cihanîna xala neçarîbûna danîna maskeyê li Têhrana paytextê ji roja Şemiya tê va got: Derbarê qasa cezaya pere li ser kesên ku maskeyê daneynin û şêwaza sepandina wê jî kar tên kirin.

Ji şêwazên herî nasyar ên veguhestina KOVÎD-19ê belavbûna hûredilopên di bêhnkişandina kesên tûşbûyî bo yên derdorê ye ku bi giştî dema axaftin, pişkîn û bênijînê diqewime; Loma bikaranîna durust a maskeyê wek hokareke pêşîlêgir ji tûşbûna bi Vîrûsa Koronayê gelek girîng û pêwîst e.

 

Serepeyv